PUTIN: Hevkarên terorîstan li pişt ve li me dan
Vladimir Putin di yekemîn daxuyaniya xwe ya piştî ketina balafira şer a rûsî de bertekek tund nîşan da û got: “Xistina balafira rûsî xizmeta DAIŞê dike.”
Vladimir Putin ku bo serdaneke fermî li welatê Urdinê ye, berî ku bi şahê Urdinê şah Ebdullahh re bicive derbarê xistina balafira şer a rûsî ji aliyê Tirkiyeyê ve axivî.
Putin ragiahnd: “Xistina balafira şer a rûsî li Sûriyê li derveyê çarçoveya têkoşîna li dijî terorê ye. Niha jî li pişt ve xencer li me hat dan, balafirên şer ên me ku li dijî terorê şer dikin, li pişt ve li wan hat dan.”
Putin herwiha got: “Balafira me li ser esmanê Sûriyê ji aliyê balafireke F16 a Tirkiyeyê ve bi roketa esmanî hat lêdan. Li esmanê Sûriyê û bi dûriya 4 kîlometran ji sînorê Tirkiyeyê ket. Dema lêxistin, 6 hezar metreyî bilind bû û 1 kîlometrî dûrî axa Tirkiyeyê bû.”
Putin anî ziman: “Balafir û pîlotên me bi ti awayî ji bo Tirkiyeyê gef nebûn. Ev yek gelelk zelal e.”
Derbarê bûyera cihê ketina balafir rûsî de jî Putin amaje kir: “Ewder herêmek çiyayî ye ku pirranî milîtanên Çeçenî yên bi esil rûsî hatine bicihkirin. Di vê çarçoveyê de balafirên me bo lêdana terorîstan erkên xwe pêk dihanîn.”
Serokê Rûsyayê herwiha da xuyakirin, ku xistina bakafira rûsî ji aliyê Tirkiyeyê ve dê bandorek mezin hebe li ser pêwendiyên Rûsya yên bi Tirkiyeyê re.
Vladimir Putin wiha anî ziman: “Rûsya, Tirkiye ne tenê wek cîranek, lê belê wek dewletel dost didît. Ev gav bi kêrî kê hat, ez nizanim, lê belê me pêwîstî bi wê yekê nîne.”
Putin rexne li wê yekê jî kir, ku Tikriye piştî xistina balafira me li şûna ku bilez pêwendiyê bi me bike, serî li NATOYê da, weke ku Rûsyayê baalfira wê xistibe.
Putin wiha got: “Tirkiye çi dixwaze? Gelo dixwaze NATO xizmeta DAIŞê bike?”
Putin tekez jî kir, ku derbarê ketina balafira şer a rûsî de ew dê hemû lêkolînan bikin.
Serokê Rûsyayê di berdewamiya axavtina xwe de got: “Tirkiye tevî ku Rûsya û Amerîkayê rêkevtinek îmza kiribûn daku bûyerên wisa neqewimin, li balafira şer a Rûsyayê xist.Balafira şer di nav axa Sûriyê de û 4 kîlomteran dûrî sînorê Tirkiyeyê hat xistin. Ketina balafira rûsî dê bandorek cidî li ser pêwendiyên Rûsya û Tirkiyeyê bike. Ev bûyer weke kêrlêdan li pişt ve ye.”
Vladimir Putin amaje bi agahdarbûn ji têkiliyên navbera Tirkiyeyê û DAIŞê kir û got: “Demek dirêj e ku Rûsya ji çûna petrola ji bîrên di bin kontrola DAIŞê de bo Tirkiyeyê agahdar e. Bi wê yekê pereyekê mezin dikeve destê komên terorîst.
Putin amaje bi piştîgiriyên bo rêxistina DAIŞê kir û da zanîn: “Ev yek zelal e ku DAIŞ tenê bi qaçaxa petrolê dahatê bidest naxe, lê belê di heman demê de ji aliyê artêşên çend dewletan ve jî tê parastin. Ev rewş didin xuyakirin, ku koma terorîst li sernserê cîhanê bi awayeke eşkere û wêrek çalakiyên xwe pêk bîne.”
Rudaw
