‘Bexda nehêlişt çek bigehin Herêma Kurdistanê’
Hate gotin ku rêveberiya Bexdayê rê nedaye firokeya Swêdî da ku li firokexaneya paytext bê xwarê ku barê çek hilgirtibû.
Hikûmeta Swêdê bi armanca alîkariya şerê li dijî DAIŞ’ê barek çek ji bo artêşa Iraqê û Hêzên Pêşmerge şande Bexdayê. Lê belê hikûmeta Bexdayê rê neda ku firoke dakeve.
Derbarê mijarê parlamenterê Kurd li Parlamena Iraqê û Biryarderê Lijneya Ewlekarî û Berevaniyê Şaxewan Ebdullah bo BasNews got: ‘’Du roj berî firokeya Swêdî gehişte Bexdayê xwest dakeve. Lê belê jiber ku di nav de beşa çekên Pêşmerge jî hebû destûr nedan dakeve û ew paşve şandin.’’
Ebdullah ev kiryar weke dijî yasayan binav kir û da zanîn ku piştî vê yekê Amerîkayê jî ji Swêdê xwestiye ku çekan neşîne Bexdayê.
Herwiha Ebdullah rexne li Serokwezîr girt 3u diyar kir ku desthilatê wî nemaye û ev kiryar jî ji ber zextên kolan ên Şieyan hatiye girtin.
Basnews
