PDK û PKK xwe nêzîkê hev dikin
Siyasetmedar û berpirsên siyasî dibêjin nêzîkbûna herdu partiyan bandorek erênî li pêwendiyên gelek aliyan û herwiha Kurdan dike.
Piştî daxuyaniyên dawî yê berpirsên herdu aliyan, germiyek di navbera pêwendiyên PDK û PKK’ê de çêbûye. Tê gotin ku derbarê guhertinên bi lez ên herêmê, rewşa Kurdan, dê di demên pêş de di asta bilind de jî daxwaziyên hevdîtinan bibin.
Derbarê mijarê de Berpirsê Liqê 8’ê Encûmena PDK’ê li Zaxoyê Serbest Lezgîn bo BasNews aşkere kir ku di navbera herdu aliyan de jî danûstandin hene, giftûgo berdewam dikin.
Lezgîn got, ‘’Li Bakûr, Başûr, Rojava û Rojhilat jî her çend di hindek xalan de cudahî di navera siyaseta PDK’ê û PKK’ê de hebin jî, ew hinde jî xal û nêrînên hevbeş hene. Di mijara şerê DAIŞê de herdu alî jî xwedan heman helwest û heman dijminî ne. Herwiha, li navçeyê zû bi zû guhertin çêdibin û ev yek jî bandor li destkeftin gelê Kurd dike, derfetê bidestxistina mafê çarenivîsa gelê Kurd derdixe hole. Herdu alî jî di wê baweriyê de ne ku pêwîste di vê pêvajoyê de pêwendiyê herdu aliyan, ji bo berjewendiya netewa Kurd, baştir be.’’
Beriya niha Hevserokê Desteya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik ragehandibû ku ewên şerê PKK’ê û PDK’ê dixwazin li pey xeyalên xav in. Herwiha çend roj beriya niha rêveberê PKK’ê Murat Karayilan û paşî Berdevkê YPG’ê Rêdur Xelîl diyar kirin ku, li dijî her êrîşek Heşdî Şe’bî ew amadene ligel Pêşmerge, li her derê parastina axa Kurdistanê bikin.
Derbarê mijarê de siyasetmedar Mihemed Emîn Pênciwînî jî bo BasNews axivî amaje bi wê yekê kir ku nêzîkbûna PKK’ê û PDK’ê karigeriyek baş li ser tevahiya Kurdistanê dike.
Pênciwînî got: ‘’Ev nêzîkbûn dihêle gelek hêzên din jî nêzîkê hev bibin. Nêzîkbûna herdu aliyan bandore li pêşveçûna tevgera azadiya Kurd li hemû aliyan dike.’’
Pênciwînî herwiha diyar kir ku pêşketinên li herêmê û şerê PKK’ê yê li dijî DAIŞ’ê jî dihêle ku dewletên Rojava jî xwe nêzîkê PKK’ê bikin, fişarê bixin ser Tirkiyê da ku pirsa Kurd bi rêyên siyasî çareser bike.
Mihemed Emîn Pêncîwînî daxwaz kir ku dema siyasetmedar û berpirsên Rojavayî têne Herêma Kurdistanê jî rêveberiya Herêmê ji bo çareserkirina pirsa Kurd li Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê, fişar bixin ser wan.
Basnews
