Mesrûr Barzanî û Nedîm Zehawî behsa çend mijaran kir
Mesrûr Barzanî li gel Parlementerê parlementoya Berîtanyayê civiya.
Duh Şiwêrmendê civata ewlekariya Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî pêşwaziya Parlementerê parlementoya Berîtanyayê Nedîm Zehawî û heyeteke pê re kir.
Di hevdîtinê de ku Konsulusê Berîtanyayê yê li Hewlêrê jî tê de beşdar bû, heyeta mêwan kêfxweşiya xwe ya li hember serkeftinên hêzên pêşmerge diyar kir û bi minasebeta azad kirina Şingalê jî heyet pîrozbayiyên xwe pêşkêşî kir û anî ziman ku jêhatîbûn û qehremaniya hêzên pêşmerge di warê piratîkî de li ser erdê ya lihember terorîstên DIŞIê îsbat kir.
Di berdewamiya hevdîtina han de her du alî behsa pêşhatên dawî yên siyasî û leşkerî, şerê dijî terorîstên DIŞIê kirin û her du alî li ser zêdetir kirina hevkariyên leşkerî bo hêzên pêşmerge bi taybetî di warê çendî û çendatî de hemfikir bûn, bi taybetî ew hevkariyên ku ji aliyê Berîtanyayê ve weke endamekî hevpeymaniya cîhanî ya li dijî DIŞIê tên pêşkêşkirin.
Her di vê derbarê de Mesrûr Barzanî eşkere kir ku DIŞI kêşeyeke cîhaniye lewre lazime ji bo ji nav birin û paşde birina terorîstên DIŞIê tevahiya aliyan beşdar bin.
Di berdewamiya civîna han de behsa sedemên çê bûna kêşeyên kombûyî yên li Îraqê hate kirin û tekez li ser vê yekê hate kirin ku lazime hevdem li gel çareser kirina encamên wan kêşeyan jî sedemên wan kêşeyan jî werin çareserkirin. Hate gotin ku piraniya kêşeyên Îraqê kêşeyên siyasî ne û pêdiviya wan bi çareseriya siyasî heye û bi mekanîzma derbasbûyî mirov nikare Îraqeke nû û yekgirtî ava bike jiber ku nebûna baweriyê di navbera pêkhateyan de kêşeyekî raste qîne.
Derbarê pêşhatên siyasî yên Kurdistanê de jî Mesrûr Barzanî tekez li ser vê yekê kir ku lazime bo çareser kirina kêşeyên siyasî yên li Kurdistanê de aliyên siyasî danûstandinên xwe bidomênin û kêşeyên heyî jî li gor berejwendiyên nîştimanî û ewlekariya Kurdistanê çareser bikin.
Di dawiya hevdîtina han de behsa danûstandinên heyî yên li gel hikûmeta Îraqê bo azad kirina Mûsilê, rewşa Sûriya û deverê jî hate kirin.
