• Thursday, 19 February 2026
logo

Di warê reform û çaksaziyan de Amerîka dê alîkariya herêma Kurdistanê bike

Gulan Media November 24, 2015 Nûçe
Di warê reform û çaksaziyan de Amerîka dê alîkariya herêma Kurdistanê bike
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, roja 23.11.2015ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Tonî Bilînkin cîgirê wezîrê derve yê Amerîkayê û şandeya pê re ku ji hijmareke diplomatkaran pêkhatibû, kir û di civînekê de çend piresên aktuel di rojeva Îraq, herêma Kurdistan û deverê de gotûbêj kirin.

Di civînê de ku Qubad Talebanî cîgirê serokwezîr amade bû, şandeya mêvan serkeftina operasiyona hêzên pêşmerge ya azadkirina Şingalê ji bin destên terorîstên DAÎŞ pîroz kir û hevahengiya navbera hêzên pêşmerge û hevpeymanan di encamdana wê operasiyonê de bilind nirxand û bi destkeftiyeke girign wesif kir. Wê şandeyê tekîd li ser berdewamiya alîkariyên leşkerî bo pêşmergeyê Kurdistanê û hevkarîkirina hikûmeta herêma Kurdistanê di warê avadankirina Şingalê de nîşan da.

Cîgirê wezîrê derve yê Amerîkayê serdana kampên koçber û penaberan li herêma Kurdistanê kir û îşaret bi wê yekê kir ku tevî kirîza êkonomî û şerê dijî terorîstên DAÎŞ ku, bargiraniyek mezin çêkiriye, lê hikûmeta herêma Kurdistanê bi baştirîn awayî pêşwazî li koçber û penaberan kiriye, hewandine û xizmetgozariyên pêwîst jê re dabîn kirine. Û got ku ew dê ji aliyê xwe ve civaka navdewletî haydar bikin ku zêdetir hevkariya hikûmeta herêma Kurdistanê bike û ew barê giranê li ser milê hikûmeta herêma Kurdistanê heye sivik bike.


Nêçîrvan Barzanî sipasiya piştevanî û alîkariyên Amarîkayê bo pêşmergeyê Kurdistanê di şerê dijî terorîstên DAÎŞ de kir ku, ji sedema wê piştevanî û wê alîkariyê balansa hêzê di berjewendiya pêşmergeyê Kurdistanê de ye. Serokwezîr li ser navê xelk, pêşmerge û hikûmeta herêma Kurdistanê sipasiya Amerîkayê kir ku, her ji destpêka êrîşên DAÎŞê di warê leşkerî û însanî de alîkariya herêma Kudistanê kiriye û hêvî kir ku di avadankirina Şingalê û deverên din yên ji bin destê terorîstan de hatîne azadkirin alîkariyê bikin.

Li dor rewşa êkonomîya herêma Kurdistanê, serowkezîr got ku, hikûmeta herêma Kurdistanê ji bona reform û çakzasiyê di warê êkonomî de pilanek amade kiriye. Şandeya mêvan jî got ku di warê reforman de pispor û şîretmendên amerîkayî dikarin alîkariya hikûmeta herêma Kurdistanê bikin.

Têkeliyên Kurdistanê û Amerîkayê û têkeliyên Hewlêr û Bexdayê û çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêrê û bexdayê di civînê de hatin gotûbêj kirin.

Top