Hêzên taybet yên Amerîkî diçin Rojavayê Kurdistanê
Berpirsekî Amerîkî dibêje hêzên taybet yên Amerîkî di çarçoweya erka xwe de bo alîkariya şervanên xwecihî û hewlên koalisyona bi serkirdayetiya Amerîka di şerê dijî DIŞIê de, di demeke nêz de diçin Bakûrê Sûriyê .
Alîkarê Cîgirê wezîrê derve yê Amerîkayê Brett McGurk doh di kanalê CBS TV de got "hêzên Amerîka dê biçin Sûriyê, lê Amerîka dê dema çûna van hêzan nede eşkerekirin.
McGurk got, Amerîka li dij DIŞIê, di şer de ye, pêwîste hemû civaka navnetewî tevlî vî şerî bibe.
Li aliyê din, çalakvanên opozisyona Sûrî dibêjin hêzên rêjîmê bi piştgiriya êrîşên esmanî yên Rûsî hin navçe li parêzgeha Homs control kirine ku, di bin destê DIŞIê de bûn.
