Civata Ruhaniya Ezidiyan pêşwaziya Serok Barzanî kir
Di dema vegera xwe de ji Şingalê, Serokê Kurdistanê ji aliyê civata Ruhanî Ezidî ve hate pêşwazîkirin.
Duh dema Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî xwest ji Şingalê vegerê Hewlêrê, şîniyên Xankê, Dihuk, Baedrê û Şêxanê daketin ser rêya Serokê Kurdistanê û bixêr hatina Serok Barzanî kirin û jiber azad kirina Şingalê jî spasî û destxweşiya Serok Barzanî kirin.
Her îro li bajarokê Baedrê civata Ruhaniya Ezidiyan bi amade bûna Baba Şêx û hijmareke din ji endamên civata Ruhanî pêşwaziya Serokê Kurdistanê kirin.
Civata Ruhaniya Ezidiyan û herwiha welatiyên Ezidî spasiya Serok Barzanî kirin û kêfxweşiya xwe jî ya li hember azad kirina Şingalê ji destê terorîstên DIŞIê diyar kirin û destxweşiyên xwe pêşkêşî Serok Barzanî û hêzên pêşmerge kirin.
