• Thursday, 19 February 2026
logo

Hevseroka DBP û parlementerekî HDP li Mêrdînê birîndar bûn

Gulan Media November 22, 2015 Nûçe
Hevseroka DBP û parlementerekî HDP li Mêrdînê birîndar bûn

Li Mêrdînê polîsan êrîşî xwepêşandanekê kirin, ku li dijî qedexeya çûn û hatinê hatibû lidarxistin û di encam de hevseroka BDP û parlementerekî HDPê birîndar bûn.

Ev 10 roj in ku qedexeya çûn û hatinê li Nisêbîna navşeya Mêdrîna Bakurê Kurdistanê hatiye ragehandin. Peymanêrê K24ê jî diyar kir ku ji bo daxwaza vegerandina rewşa asayî, îro, 22ê Mijdarê xwepêşandanek li Mêrdînê birêve çû.

Di xwepêşandanê de, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Emîne Ayna, parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Mêrdînê Mîthat Sancar û Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk jî beşdar bûn.

Peyamnêrê me diyar kir ku, polîsan bi gaza fermêksrêj û avê xwestin xwepêşanderan belav bikin, di encam de jî Emîne Ayna û Mîthat Sancar birîndar bûn û bo nexweşxaneya Mêrdînê hatin veguhestin.

Herwiha gelek xwepêşanderên din jî di encama destêwerdana polîsan de birîndar bûne û hejmarek din jî hatine binçavkirin.

K24
Top