• Thursday, 19 February 2026
logo

Li Hesekê Mêlebiyê ji DAIŞê hate rizgar kirin

Gulan Media November 22, 2015 Nûçe
Li Hesekê Mêlebiyê ji DAIŞê hate rizgar kirin

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dest danîn ser fewcê 121 ser bi firqeya 17 ya Artêşa Rêjîma Sûriyê ya ku bi navê Mêlebiyê tê nasîn, li başûrê bajarêHesekê li Rojavayê Kurdistanê, piştî şerekî giran ligel çekdarên DAIŞê.

Çavkaniyek meydanî ji başûrê Hesekê ji BasNews re ragehand: Hêzên YPGê fewcê Mêlebiyê bi temamî ji çekdarên DAIŞê rizgar kirin, piştî şerekî giran li dijî çekdarên DAIŞê, Çekdarên DAIŞê revîn û baregehên xwe bi cî hiştin.

Herwiha wê çavkaniyê ragehand ku hêzên YPGê gundê Xemayîl û çend gund û xalên din li derdora Mêlebiyê ji çekdarên DAIŞê rizgar kirin û çekdarên DAIŞê ji gelek gundan reviyan berî ku hêzên YPGê bighê wan gundan, herwiha hejmarek mezin ji çek û teqemeniyên DAIŞê katin dest şervanên YPGê.

fecê Mêlebiyê dikeve 10 km li başûrê Hesekê li ser riya Dêra Zorê û yek ji xalên girîn û stratîjîkbû ku DAIŞê ji wir êrîş dibir ser taxên kurdan û bajarê Hesekê bi giştî.

Basnews
Top