• Thursday, 19 February 2026
logo

Guhertina destûra bingehîn a Tirkiyê dê çawa bibe?

Gulan Media November 22, 2015 Nûçe
Guhertina destûra bingehîn a Tirkiyê dê çawa bibe?

Li Tirkiyê Parlamentoya heyama 26em vebû. Yekem rojeva parlamentoyê jî dê guhertina destûra bingehîn be, sê partiyên parlamentoyê dibêjin ku dive destûra heyî bê guhertin. Niha tê çaverêkirin ka dê guhertineke çawa çêbibe û ew hêz dê çawa lihev bikin?

AK Partî, CHP û HDP her sê partiyên parlamentoyê yên yekem diyar dikin ku pêwistî bi destûrek nû heye. MHP li ser babetê neyînî difikire û dibêje divê destûr neyê guhertin.

Gelo ew partiyên guhertinê dixwazin, guhertineke bi çi rengî dixwazin û di navbera xwe de wê peymaneke çawa pêk bînin. Stratejîst Veysel Ayhan dibêje, AK Partî, di mijara serokatiyê de pêngaveke paş navêje û herwiha HDP û CHP jî vê yekê qebûl nakin.

Ayhan mijarê wiha dinirxîne: “Em daxwazên Kurdan û Elewiyan di nav destûrê de nabînin, heger bi Kurdan re têkiliyên xwe baş bike wê demê jî ew ên netewî dibe ku siyasetekî dijî AK Partî û destûra nû peyrew bikin, CHP jî wiha tê xuyakirin ku nikarin bi hevre destûrê çekin, ji ber vê zehmet e.”

Hûqûqnas Abdullah Koç jî dibêje li Tirkiyeyê guhertina destûrê, bi rêzikan hatiye zehmet kirin. Ji ber vê yekê bo guhertina destûrê divê hemû partî bi helwesteke hevpar tevbigerin.

Koç, prosesa guhertina destûrê wiha rave dike: “Niha li parlamentoyê komisyonek dê were avakirin, di nav komisyonê de endamên her 4 partiyan dê cih bigirin. Komisyon wê giştînameyekê amade bike. Heger giştîname ji aliyê parlamentoyê vê bê qebulkirin wê biçe pêşiya serokkomar, û li gor biryara serokkomar qonaxek din destpê dike.”

Li Tirkiyeyê destûra heyî di sala 1982an de hat çêkirin. Destûr ji ber ku berhema derbeya leşkeri ye di 30 salan dawî de guhertina wê gelek caran hat rojevê, heta ew mijar di kompanyayên hilbijartinan de jî gelek caran cih girt. Parlamentoya heyama 26em wê bibe damezrênê destûrek nû yan na? Niha evna di rojeva Tirkiyeyê de ye.

K24
Top