Ubeydî: Divê em ji azadkirina Mûsilê re amade bin
Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê Xalid Ubeydî tekez li ser azadkirina Mûsilê dike û firokeyên şer jî li ser bombardimankirina binkeyên DAIŞê yên li sînorê Mûsil, Enbar û Selahedîn berdewam in.
Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê Xalid Ubeydî, doh di serdaneke meydanî de bo Fêrgeha Şerkirinê ya Operasyonên Bexdayê de got: "Divê em bi baştirîn şêwaz erkê xwe yê perwerde û leşkerî cîbicîh bikin, disiplîn û prensîbên leşkerî paşguh nexin û artêş bibe parêzerê xelkê Iraqê. Di heman demê de em hewl bo azadkirina hemû navçeyan bidin û ji bo azadkirina Mûsilê jî amade bin."
Hevdem di beyannameyeke Fermadeyiya Hevbeş a Operasyonan de jî tê gotin ku firokeyên leşkerî yên Hêza Esmanî ya Iraqê li navşeya Rumadî 4 êrîş birine ser binkeyên DAIŞê û firokeyên artêşê jî li navşeyên Rumadî, Telefer, Mûsil û Felûce 95 êrîş birine ser DAIŞê û di encamp de 15 çekdar hatine kuştin û herwiha 5 otomobîlên leşkerî yên DAIŞê jî hatine têkşikandin.
Di beyannameyê de wiha tê gotin: "Santraleke sotemeniyê ya DAIŞê li navşeya Zenkure ya ser bi Enbar hatiye teqandin û çekdarên di nav de jî hatine kuştin. Li navçeya Herariyat jî ku dikeve sînorê parêzgeha Selahedîn bi dehan çekdarên DAIŞê di bombardimana firokeyên şer de hatine kuştin."
K24
