• Thursday, 19 February 2026
logo

HDPê namzedê xwe yê serokatiya Parlamentoya Tirkiyê eşkere kir

Gulan Media November 21, 2015 Nûçe
HDPê namzedê xwe yê serokatiya Parlamentoya Tirkiyê eşkere kir
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), parlamenterê xwe yê Mêrsînê Dengîr Mîr Mehmet Firat wek namzedê serokatiya Parlamentoya Tirkiyê destnîşan kir.

Piştî ku endamên Parlamentoya Tirkiyê sûnd xwarin, dor gihîşt hilbijartina serokê parlamentoyê.

AKP, CHP û MHPê namzedên xwe ji bo serokatiya parlamentoyê destnîşan kiribûn, tenê HDPê mabû, wê jî îro destnîşan kir.

HDPê parlamenterê xwe yê Mêrsînê Dengîr Mîr Mehmet Firat wek namzedê serokatiya parlamentoyê destnîşan kir. Firat di hilbijartinên 7ê Hezîranê de jî bibû namzedê serokatiya parlamentoyê.

Namzedê AKPê, parlamenterê Stenbolê Îsmaîl Kahraman, namzedê MHPê Yûsif Halaçoglu ye. CHPê parlamentera xwe ya Enqerê Gulsun Bîlgehan wek namzeda serokatiya parlamentoyê destnîşan kiriye.

Li gorî hilbijartinên 7ê Hezîranê, tenê namzedê HDPê nehatiye guhertin, partiyên din hemiyan namzedên xwe guhertine.

Serokê nû yê parlamentoyê divê 10 roj beriya heyama serokatiya serokê parlamentoyê yê niha (Îsmet Yilmaz) were hilbijartin.

Rudaw
Top