Rêyên Geverê bi dinyaya derve re hatin girtin!
Li bajarokê Geverê yê Bakurê Kurdistanê, ji şeva borî ve derketina derve hatiye qedexekirin û rêyên ku derbasî nav bajêr dibin jî hatine girtin.
Walîtiya Colemêrgê li ser rewşa Geverê daxuyaniyek da û ragihand, rewşa han dê heta fermanek din bidome û ew biryar ji bo “dabînkirina aramî û parastina mal û canê welatiyan li hember terorê” hatiye dayîn.
Qesta Walîtiya Colemêrgê ji terorê, hebûna şervanên YDG-H li nav bajêr de ye ku tê gotin nêzîkî PKKê ne.
Li bajarokê Nisêbînê yê Mêrdînê jî qedexeya derketina derve derbasî roja dehem bû û operasyon didome.
Li navçeyên Hênê û Lîce yên Amedê jî ev sê roj in derketina derve hatiye qedexekirin û operasyon didome.
Rudaw
