Pisporên biyanî: Siyaseta petrola Kurdistanê serkeftî ye
Heftemîn komcivîna aborî û enerjiyê ya Konsêya Atlantîk, îsal li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê hat lidarxistin. Di wê komcivînê de li ser çawaniya dîtina alternatîfekê ji bo wê gaza sirûştî ya ku Tirkiye û Ewropa ji Rûsya û Îranê dikirrin, hat axatin.
Berpirsê Navenda Enerjî û Ewlehiya Enerjiyê ya Ewropa, Fredbert Floger deheqê petrol û gaza sirûştî ya Kurdistanê de ji Rûdawê re got, êdî petrola Kurdistanê derbasî bazarên cîhanê bûye û cihê xwe girtiye. Helbet şerê DAIŞê û têkçûna ewlehiya herêmê û daketina nirxa petrolê li pêşiya geşekirina hinartina petrola Kurdistanê asteng in lê li gorî min petrol û gaza sirûştî ya Kurdistanê dê di paşerojê de bibe xwedan pêgehek girîng.
Floger her wiha got, siyaseta enejiyê ya Kurdistanê ji bo rakişandina bazirgan û şîrketên biyanî bo Kurdistanê serkeftî ye û bandor li ser siyaseta enerjiyê ya welatên herêmê kiriye. Mînak: Îran. Ji ber wê jî divê Kurdistan li ser wê siyaseta xwe rijd be.
Dîplomatê berê yê Amerîka Zalmay Xelîlzad jî li ser petrol û gaza Kurdistanê ji Rûdawê re got, petrola Kurdistanê ne tenê ji bo Kurdistanê lê ji bo welatên herêmê û cîhanê jî girîng e lê hinek asteng li pêşiya hinartina petrola Kurdistanê hene.
Zalmay Xelîlzad derheqê wan astengiyan de jî got, yek ji wan astengiyan daketina nirxa petrolê ye, ya din destheqê şîrketên petrolê ye ku li pêşiya petrola Kurdistan asteng in.
Li gorî wî pisporê amerîkî, di paşerojê de Tirkiye û Ewropa dê berê xwe bidin gaza sirûştî ya Kurdistanê ji ber wê jî ew dikarin wek alternatîf lê binêrin.
Di komcivîna enerjî û aboriyê de Wezîrê Çavkaniyên Sirûştî Aştî Hewramî jî beşdar bibû. Di komcivînê de panêlek taybet li ser enerjiya Kurdistanê hat lidarxistin.
Tirkiye û Ewropa piraniya gaza xwe ji Îran û Rûsya dikirrin.
Rudaw
