Şandeyeke HDP'ê bi Balyozan re dicive
Li Hotela Hilton a Enqerê roja 20 Mijdarê danê êvarê, Şandeyeke ji parlameterên HDP'ê ku bi serokatiya Selahattin Demirtaş pêk tê, bi Serbalyozên 43 dewletan re civiyan.
Civîna ku ji çapemeniyê girtî bû, Parlamenterê Rihayê Osman Baydemîr, Parlamenterên Stenbolê Hüda Kaya û Garo Paylan, Cîgirê Serokê Koma HDP'ê İdris Balüken, Berpirsê HDP'ê Ayhan Bilgen û Berpirsê Karên Derve ê HDP'ê Nazmî Gür jî di civînê de cih girtin.
Dihat çaverêkirin ku Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş beriya civînê daxuyaniyekê bide çapemeniyê, lê belê Demirtaş tu daxuyanî neda û yekser derbasî salona civînê bû.
Hat ragihandin rojeva civînê mijarên wek Aştiya Rojhilata Navîn, Prosesa çareseriyê û Şer û pevçûnên li bajarên Kurdan in.
K24
