• Thursday, 19 February 2026
logo

Tirkiye: PYD weke HDP’ê ye, ne terorîst e

Gulan Media November 20, 2015 Nûçe
Tirkiye: PYD weke HDP’ê ye, ne terorîst e


Wezîrê derve yê Tirkiyeyê dibêje PYD ne terorîste.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Feridun Sinirlioglu eşkere kir ku PYD ne rêxistinek terorîstî ye û herweke HDP’ê rêxistinek siyasî ye.

Di hevpeyvînekê de ligel rojnameya Hurriyet a Tirkiyê Sinirlioglu diyar kir ku divê mirov PYD’ê û YPG’ê jihev cûda bike. YPG weke PKK’ê ye û çekdar e. PYD jî weke HDP’ê ye û partiyek siyasî ye.

Beriya niha gelek caran Serokkomarê Tirkiyê Erdogan gotibû ku PYD rêxistinek terorîstî ye.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê diyar kir ku ew dê d navbera Cerablûs Ezazê de ligel DYA operasiyonek hewayî bikin û piştgiriyê bidin opozîsyona Suriyê ji bo kontrolkirina van herêman û got: ‘’Lê YPG di nava van hêzan de nîne û eşkere kir ku eger herin aliyê Rojavayê Firatê dê Tirkiye li wan bide.’’

Sinirlioglu derbarê alîkariyên ku DYA dide YPG’ê jî got: ‘’Em ji Amerîkayê re dibêjin ku YPG terorîst e. Divê piştgiriya wan nekin. Washington jî vê nîgeraniya me fam dike.’’

Sinirlioglu herwiha got ku ew dê qebûl nekin ku PYD li Moskowayê ofîsa xwe jî veke
Top