• Thursday, 19 February 2026
logo

Peyama hevxemiya Serok Barzanî ya ji bo malbata xwedê jêrazî Hemeyê Heme Se'îd

Gulan Media November 19, 2015 Nûçe
Peyama hevxemiya Serok Barzanî ya ji bo malbata xwedê jêrazî Hemeyê Heme Se'îd
Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Ji bo malbata Pêşmerge û têkoşerê mandûnenas xwedê jêrazî Hemeyê Heme Se'îd

Bi bihîstina nûçeya koça dawî ya şoreşger û Pêşmergeyê qehremanê gelê me Kek Hemeyê Heme Se'îd gelek xemgîn bûm. Kekê Heme Pêşmergeyê şoreşa Eylûl û Gulan û rolekî wefadarê rêya Kurdayetî û azadîxwaziyê hebû. Her li temena xortanî heta dawî ya çirke satên jiyana xwe bi bê veqetandin bi navê mafên gelê xwe da xebatê kiriye. Ji dest dana vî têkoşerê mezin ziyaneke mezine û me hemûyan xemgîn kir.

Li vê helkefta xemgîn de hevbeşê xema we me û serxweşiyên xwe pêşkêşî we û hemû xizm û hevalên xwedê jêrazî û xelkê nîştîmanperwerê devera Hewraman dikim.

Ji xwedayê mezin hêvîdarim xwedê jêrazî kek Hemeyê Heme Se'îd bi bihûşta fireh şad bike û sebir û aramiyê jî bi hemû aliyek bibexşê.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
19.11.2015
Top