Serok Barzanî pêşwaziya şandekî Mekteba Siyasiya Partiya Demokrata Kurdistanê kir
Şanda bilinda Mekteba Siyasiya PDK serkeftina Pêşmergeyên Kurdistanê ya li operasyona azadkirina Şingalê li Serok Barzanî û gelê Kurdistanê û hêzên Pêşmerge pîroz kir û destxweşiyê li Pêşmergeyên qehreman û fermandeyên mîhweran kir ku wê destana dîrokî tomar kirin ku li dîroka gelê Kurdistanê da bê wêneye.
Şanda bilinda Mekteba Siyasî serxweşiyê li malbatên serbilindê wan Pêşmergeyan kir ku li şerê terorîstan da canê xwe gorî kirine û hêviya başbûnê jî ji bo birîndaran xwest.
Li vê hevdîtinê de behsa girîngî û rehenda serbazî û siyasî û stratejiyên azadkirina Şingalê û bandora wê ya li ser lawazbûna terorîstên Da'îş kirin.
