• Thursday, 19 February 2026
logo

Serokwezîr Barzanî xîmê santraleke elektrîkê li Dêreloka Dihokê danî

Gulan Media November 19, 2015 Nûçe
Serokwezîr Barzanî xîmê santraleke elektrîkê li Dêreloka Dihokê danî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî xîmê santrala elektrîkê li nahiya Dêrelokê ya bajarokê Amêdiyê yê Başûrê Kurdistanê danî.

Îro di merasîmekê fermî de, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û balyozê Japonya li Iraqê xîmê santrala elektrîkê li nahiya Dêrelokê ya Amêdiyê li parêzgeha Dihokê danîn.

Ew santral dê ji aliyê şîrketeke japonî ve were çêkirin.

Wezîrê Elektrîkê yê Kurdistanê Selahedîn Babekir li ser wê santralê agahî da û got, ji bo çêkirina santralê 168 milyon dolar hatiye terxankirin û da zanîn, santral dê 37 mêga wat elektrîk bide.

Sefîrê Japonya li Iraqê Fomiyo Îva jî di merasîmê de axaftinek kir û projeya santrala Dêrelokê wek projeyeke girîng nirxand.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî jî di merasîmê de gotarek pêşkêş kir û got, gelê Kurdistanê di rewşên teng de jî li dû jiyanê ne û dijmin nikarin pêşiya karwana jiyana gelê kurd bigirin û anî ziman ku santrala Dêrelokê dê ji bo çandiniyê jî sûdemend be.

Serokwezîr Barzanî behsa rizgarkirina Şingalê jî kir û got, Şingal bi mêrxasiya hêzên Pêşmerge rizgar bû lê niha dora avedankirina wê ye ji ber wê jî çi ji destê hikûmeta Kurdistanê were dê bike lê divê hikûmeta Iraqê û saziyên navdewletî jî di avedankirina Şingalê de rola xwe bilîzin.

Nêçîrvan Barzanî bang li Japonya jî kir, di avedankirina Şingalê de alîkariya Herêma Kurdistanê bike.

Di merasîmê de, Wezîrê Plandanînê Elî Sindî, rêveber û rayedarên şîrketên ku projeya çêkirina santralê wergirtine jî amade bûn.

Rudaw
Top