Li Diyarbekirê lêkolîna li ser nivîsên nijadperest dest pê kir
Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê, ji parêzgariya Diyarbekirê daxwaz kir ku li ser nivîsên di serdema operasyonên li Farqîna Navçeya Diyarbekirê de ji aliyê hêzên ewlehiya Tirk ve hatine nivîsandin lêkolînê bide dest pê kirin.
Di fermana wezareta navxweyî de hatiye ragihandin ku piştî lêkolînan eger pêwist be dê lêpirsîn di derheqê beşdarên wan operasyonan de were vekirin.
Li Farqîna navçeya Diyarbekirê 12 roj (di 3 û 15 mijdarê de) derketina kolanan hatibû qedexe kirin û operasyon û pevçûnên dijwar qewimîbûn. Di dîmen û wêneyên ku di çapameniyê de hatibûn weşandin, diyar bûbû ku hêzên ewlehiya Tirk ku di wê operasyone de cîh girtine hevok û gotinên nijadperest li ser hinek dîwarên avahiyên li Farqînê nîvîsandine.
Şanda Partiya Komarî ya Gel (CHP) ku li Farqînê lêkolîn kiribû jî di daxuyaniyekî de ji bo hezên ku li Farqînê operasyon kirine gotibûn: “Ev polîsên Esedulah, dişibin tîmên tol wergirtinê û ev ne hêzên ewlehiyê ne.”
K24
