• Thursday, 19 February 2026
logo

Serokwezîr daxwazê ji civaka navdewletî dike alîkariya avadankirina Şingalê bikin

Gulan Media November 18, 2015 Nûçe
Serokwezîr daxwazê ji civaka navdewletî dike alîkariya avadankirina Şingalê bikin
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, roja 17.11.2015ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li şandeyeke parlamenterên Austiryayê ya bi serokatiya Anderiyas Şîder serokê fraksyona Sosiyaldemokratên wî welatî û bi endametiya tev partiyên siyasiyên nava parlamentoyê kir û di civînekê de serokwezîr daxwaz ji şandeya mêvan kir ku di avadankirina Şingalê de alîkariya hikûmeta herêma Kurdistanê bikin.

Şandeya parlamentoya Austiryayê serkeftinên mezinên pêşmergeyê Kurdistanê bi ser terorîstên DAÎŞ de li hemû bereyên şerî bi dest xistine û bi taybetî, operasiyona rizgarkirina Şingalê ji bin destê terorîstan li xelk û hikûmeta herêma Kurdistanê pîroz kir û berxwedana pêşmergeyê Kurdistanê li bereyên cenga dijî terorê ku li hemû cîhanê deng vedaye bilind nirxand.

Şandeya navborî, ji bona pêşwazîkirin, hewandin û alîkarîkirina wê hijmara zêdeya koçber û penaberan ku ji tirsa gefên terorê qesta herêma Kurdistanê kiriye, sipasiya xelk û hikûmeta herêma Kurdistanê kir û daxwaz kir ku civaka navdewletî zêdetir li koçber û penaberên li herêma Kudistanê hene xwedî derkeve deku bargiraniya li ser hikûmet û xelkê Kudistanê heye sivik bibe.

Nêçîrvan Barzanî sipasiya serdanan wê şandeya parlamentoya Austiryayê bo herêma Kurdistanê kir û jê re behsa rewşa bereyên şerê cenga pêşmergeyê Kurdistanê li dijî terorîstên DAÎŞ kir û îşaret bo wê yekê kir ku, niha balansa hêzê li eniya şer di berjewendiya hêzên pêşmergeyê Kurdistanê de ye û pêşmergeyê Kurdistanê karî di opersiyoneke bijarte de bajarê Şingalê û derdûra wê ji terorîstan paqij bikin.


Serokwezîr daxwaz kir ku welatên Ewropayê û civaka navdewletî di warê avadnkirina Şngalê de alîkariya herêma Kurdistanê bikin.
Barzanî got ku ji tirsa gefên terorîstan hijmareke zêde ya koçber û penaberan ber bi herêma Kurdidtanê ve hatine, her çiqas xelk û hikûmeta herêma Kurdistanê bi awayekî baş pêşwazî li wan kiriye, ew hewandine û pêdawîstiyên sereke jê re dabîn kirine, lê ji ber wê kirîza êkonomiya herêma Kurdistanê tê de ye ku barê herêma Kurdistanê gelek girankiriye, daxwaz kir ku di warê însanî de civaka navdewletî zêdetir destê alîkariya bo herêma Kurdistanê dirêj bike daku baştir xizmeta koçber ûp penaberan bê kirin.

Serokwezîr ji şandeya mêvan re behsa pêkvejiyana navbera hemû pêkhateyên civaka Kurdistanê kir û ew yek bi tabloyekî gelek ciwan û serkeftî wesif kir û tekîd kir ku ew dê bi her awayî bergiriyê ji wê tabloya ciwana pêkvejiyanê bikin.

Têkleiyên navbera Kurdistan û Austiryayê, têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û rewşa herêmî bi giştî û rewşa Suryeyê bi taybetî di civînê de hatin nirxandin.


Top