• Thursday, 19 February 2026
logo

Daxuyaniyek ji Peyvdarê Fermî yê Serokayetiya Herêma Kurdistanê

Gulan Media November 18, 2015 Nûçe
Daxuyaniyek ji Peyvdarê Fermî yê Serokayetiya Herêma Kurdistanê
Li paneleke Berpirsê Desteya Kargêriya Mekteba Siyasiya Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê li Zanîngeha Silêmanî, ya di derbarê hatina Heşdî Şe'bî hinek axaftin hatiye kirin û navê rêzdar Serokê Herêma Kurdistanê hatiye û li medyayê nirxandinên cûr bi cûr ji bo vê babetê hatiye kirin.

Li vir da bi hemû aliyekî radigihînîn ku di derbarê babeta Heşdî Şe'bî helwesta rêzdar Serokê Herêma Kurdistanê ji niha de û li berê de gelek rûn û eşkere bûye ku Herêma Kurdistanê li têkşikandin û ji navbirina terorîstan da nakokî li gel Heşdî Şe'bî da tûne û her dema ku ji bo şerkirina li gel Da'îş pêwîst bê hêzên Pêşmerge û Heşd yarmetiya hevdû bidin. Lê belê eve wê wateyê nagihîne Heşdî Şe'bî bê Duzxurmatu dagîr bike ku axa Kurdistane û Pêşmerge diparêzê.

Cenabê Serok Barzanî tekez li wê yekê dike ku axa Kurdistanê ne cihê Heşdî Şe'bî ye û Kurdistan Pêşmerge û hêza Asayîşa xwe heye û pêwîst bi hîç hêzekî din nake. Anîna Heşdî Şe'bî ya li nav axa Kurdistanê ne bi rizamendiya Serok Barzanî bûye û ne kesek jî daxwazê jê kiriye ku ji bo hatina Heşdî Şe'bî rizamendî nîşan bide.

Peyvdarê Fermî yê Serokayetiya Herêma Kurdistanê
18.11.2015
Top