Mesrûr Barzanî: DAIŞ taktîk û şêwazên nû yên terorê bikar tîne
Şêwermendê Civata Asayişa Herêma Kurdistanê radigehêne ku DAIŞ tektîk û şêwazên nû yên terorê bikar tîne.
Şêwermendê Civata Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji rojnameya (Guardian) a Berîtan ragehand ku: “Têkeliyên DAlŞê ji sê cihên stratîcî ji hev hatine birîn ew jî Tilafer – Mûsil, Tilefer - Şingal û Şingal – Sûriyê.”
Herwiha got jî ku, hêza DAIŞê bi hevber digel sala 2014an lawaz bûye lê gerek e guvaş li ser DAIŞê bidome, dê zêdetir lawaz bibe
Barzanî herwiha got DAIŞ ne bi tenê li ser Herêma Kurdistanê metrisî ye lê belê li ser tevahiya cîhanê, tekez kir jî ku DAIŞ lawaz bûye lê belê tektîk û şêwazên nû yên terorê bikar tîne wek ew terora ku li Parîsa paytexta Fransayê bikar aniye.
K24
