Cebar Yawir: Artêşa Iraqê beşdarî azad kirina Şingalê nebûye
Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge amaje bi wê yekê kir ku, bê beşdarbûna Artêşa Iraqê Pêşmerge Şingalê azad kiriye û got: “Hinek daxuyaniyên ne berpirsyar têne dan.”
Berî niha Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragehandibû ku Artêşa Iraqê beşdarî azad kirina Şingalê bûye, Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmergeyên Herêma Kurdsitanê Cebar Yawir ji ajansên ragehandina Iraqê re ragehand ku, Artêşa Iraqê bi ti şêweyî beşdarî operasyona azad kirina Şingalê nebûye û Şingalê kontirol nekiriye.
Herwiha navborî got: “Em matmayî dimînin ji daxuyaniyên hin kesan ku dibêjin Pêşmerge Şingalê dagîr kirye, yan jî dibêjin ku Artêşa Iraqê beşdarî azad kirina Şingalê bûye, aya ev daxuyanî ji nezanî ne?!”
Cebar Yawir amaje bi wê yekê jî da: Artêşa Iraqê bêhtir ji 400 km sînordarê Şingalê ye, lêbelê ew beşdarî operasyonê nebûye û got: “Armanca Pêşmerge bi azad kirina Şingalê ew bû ku metirsiya DAIŞê li ser navçeyên Kurdistanî nemîne.”
Basnews
