Cîgirê Serokê Amerîka li rêya telefonê ve peywendiyê bi Serok Barzanî re kir
Li vê peywendiya telefoniyê da Cîgirê Serokê Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka ji bo serkeftina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li operasyona azadkirina Şingalê pîrozbahiyê li Serok Barzanî kir û sersamiya xwe jî bi qehremanî û azayetî û qurbanîdana Pêşmerge li şerê terorîstan da nîşanda.
Her li vê peywendiya telefoniyê da Cîgirê Serokê Amerîka wê yekê dûpatkir ku welatê wan palpiştîkirin û yarmetîdan û hevkariya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê de berdewam dibê.
