Enqere- Parlamento sûnd dixwe
Di destpêkê de, dê Serokatiya Parlementoyê bê hilbijartin û piştre wê endamên parlementoyê dest bi sûndaxwarinê bikin.
Di destpêka rûniştina sûndxwarina îro de, her li gorî destûra Tirkiyê wê parlementerê herî temen mezin û 6 parlementerên herî temen biçûk cih di serokatiya demkî ya parlementoyê de bigirin.
Li gorî temenên endamên Parlementoya Tirkiyê wê dîsa parlementerê CHPê yê Antalyayê Denîz Baykal û 4 parlementerên HDPê û parlementerekî AKPê û yekî CHPê di Dîwana Serokatiya Parlementoyê de cih bigirin.
Destpêkê wê serokatiya parlementoyê ji bo 26emîn Parlementoya Tirkiyê bêne hilbijartin û piştre wê parlementer dest bi sûndxwarinê bikin.
Hat ragihandin ku wê Serokê Partiya AKPê Ahmet Davûdoglu ku 49.50 di hilbijartina yekê Mijdarê de bidest xist, sûnda xwe bixwe û piştre here bi Serokomarê Tirkiyê Receb Tayip Erdogan re hevdîtinê pêk bîne.
Li gorî medyaya Tirkiyê wê Erdogan erka pêkanîna hikûmetê îro bide Davûdoglu.
Tê çaverêkirin ku Davûdoglu roja Çarşemê kabîneya xwe ya hikûmetê ragihîne û piştî pesendkirina wê ji aliyê Parlementoyê û Serokomarê Tirkiyê êdî programa hikûmeta xwe ji raya giştî re ragihîne, lê Davûdoglu heta pêkanîna hikûmeta nû li Tirkiyê ewê hikûmeta demkî ya niha birêve bibe.
Her li gorî medyaya Tirkiyê Ahmet Davûdoglu wê di nava heftiyekê de, programa hikûmeta xwe radestî Parlementoya Tirkiyê bike û piştî 2 rojan ew program di parlementoyê de bê pesendkirin û pêwîst e heta 28ê vê mehê ew kar biqede û di destpêka meha bê de hikûmet dest bi karê xwe bike.
Rudaw
