• Thursday, 19 February 2026
logo

Obama: Pêşmerge hawpeymanek bi hêz ê Amerîka ye

Gulan Media November 17, 2015 Nûçe
Obama: Pêşmerge hawpeymanek bi hêz ê Amerîka ye

Barack Obama ragehand ku Pêşmerge hevpeymanek bi hêz ê Amerîka û Hevpeymanan e ku li erdî şerê DAIŞê dike û kariye Şengalê ji destê vê rêxistinê rizgar bike.

Serokê DYA’yê Barack Obama di kongreyekê rojnamevanî de li Tirkiyê ragehand ku beşdarbûna Amerîkayê di şerê erdî de li Sûriyê û Iraqê ne çareserî ye û got: Grîman leşker şand. Bi sedan leşkerên me têne kuştin û bi milyonan dolar têne xerckirin. Ya herî baş ew e ku, beriya fîşekê berdî û nîşanê bigrî, bibî xwedan stratejiyek serkeftî.’’

Obama Hêzên Pêşmerge weke ‘’hevpeymanek bi hêz’’ bi nav kir û got: ‘’Li erdî hevpeymanek me yê bi hêz heye ku li dijî rêxistina terorîstî ya DAIŞê şer dike û serkeftî ye.’’

Obama behsa azadkirina Şengalê jî kir û diyar kir ku niha jî hewl didin Rumadî ji destê DAIŞê rizgar bikin.

Serokê Amerîkayê amaje bi wê yekê kir ku piraniya qurbaniyên DAIŞê xelkê misliman in û lewma jî DAIŞ nûneratiya mislimanan nake.

Basnews
Top