• Thursday, 19 February 2026
logo

Li Şengalê hestên netewî derketin pêş

Gulan Media November 17, 2015 Nûçe
Li Şengalê hestên netewî derketin pêş

Siyasetmedar, rewşenbîr û akademîsyenên kurd, Operasyona Azadkirina Şengal’ê ji BasNûçe’yê re nirxandin û bibîr anîn ku zilma li gelê Şengal’ê hat kirin, bê bersîv nema û ew sozê toldan û rizgarkirina Şengal’ê ku Serokê Herema Kurdistan’ê Mesûd Barzanî dabû, hat bicîhanîn. Aliyan azadiya Şengal’ê wek mizginiyekî bilêvkirin û balê kişandin ser hewl û keda Peşmerge û Barzanî ji bo parastina xaka Şengal’ê.

Dengir Mir Mehmet Fırat (Parlementerê HDP’ê yê Mêrsîn’ê): Hestên netewî derketin pêş
Parlementerê HDP’ê yê Mêrsînê Dengir Mir Mehmet Fırat jî bal kişand ser rizgarbûna Şengal’ê û wiha axivî: “Cara yekem e ku li dijî DAIŞ’ê darbeyeke mezin tê lê xistin. Bi rastî jî ji DAIŞ ji holê rabe fedakariya kurda herî mezin kir. Ez bawerim kurd bi vê operasyonê li dinyê dilgermiyek herî mezin girtin. Ev operasyon yekîtiya Başûrê Kurdistan’ê pêk anî. Hestên neteweyî ya kurda ku li çar aliyan belavbibû nêzîkî hevdû bû. Li gorî min ev operasyon pêngava herî mezin a ji bo hereketa neteweyî ya kurda ye.”

Altan Tan (Parlementerê HDP’ê yê Amed’ê): Divê kurd yekîtiya xwe ava bikin
Parlamenterê HDP’ê yê Amed’ê Altan Tan jî eşkere kir ku ev serkegtin hewceye bibe hokara hevgirtina kurdan û wiha got: “ Serketin ne tenê ji bo kurda ji bo hemû mazlûm û mexdûra bi xêr be. Ezdî rastî neheqî û komkujîyeke mezin hatin. Xwedê rewşek wisa şanî me nede. Li Rojhilata Navîn yekîtiya kurdan girînge. Kurd, li Rojhilata Navîn di berxwedanên xweyî mafdar nebin yek wê ji gur û çûka re bibe xûrê. Yekîtiya di nav kurda divê bi hiqûqî û mafî hewceye bidome. Bi gelên din re biratî û yekîtî divê avabibe.”

Faysal Sarıyıldız (Parlementerê HDP’ê yê Şirnex’ê): Em ê biserkev in


Parlamenterê HDPê yê Şernexê Faysal Sariyildiz jî li ser rizgarbûna Şengal’ê wiha axivî: “ Niha tiştê ji rizgarkirina herî girîng tir mil bi mil şerkirina hêzêzn HPG, YPG û Pêşmergeeyane. Ev ji rizgarkirina Kobanê jî girîngtire. Dema meriv bi rihê neteweyî hereket bike meriv kare li çar aliyê Kurdistan’ê li dijî neyara şer bike. Ku ev rih hebe meriv kare behsa rizgariya mayînde bike. Bi gûmanim ku ev rewş wê ji mere yekîtiyê bine û berjewendiyê biçûk yên siyasî li aliyekî bihêle. Dema me berjewendi li aliyekî hişt wê demê yê karibin bêjin her li ku be şer li ku derkeve hêza me heye û em ê karibin neyara têk bibin.”

İbrahim Ayhan (Parlementerê HDP’ê yê Riha’yê): Şengal serkeftineke girîng e
Parlamenterê HDP’ê yê Riha’yê Îbrahîm Ayhan jî wiha axivî: “ Serkeftina Şengal’ê ji bo avakirina jiyana hevpar serkeftineke pir girîng e. Em karin vê serkeftinê li dijî hovîtî û çorsiya DAIŞ’ê di gelê kurda de wek serkeftina mirovatiyê bi nirxîne. Li Şengal’ê jin hatin firoştin. Bi dehan jin û zarok hatin kuştin. Ev bajarê ku li dijî van hovîtiya maye pêngava azadkirinê wê hem erênî hem jî girînge.

Adem Geverî (Parlementerê HDP’ê yê Wan’ê): Ezdî, taybetmendên civaka me ne
Parlamenterê HDPê yê Wanê Adem Geverî jî li ser mijarê rawestiya û wiha axivî: “Bê gûman rizgarkirina Şengal’ê di dilê hemû kurdan de bûye sedema bextewariyê. Di demeke ku komkujî û êrîşên li ser kurda zêde bûye ev serketin ji bo be bû moral. Em spasiyê xwe ji bo hemû Pêşmergee û şervanên kurd re dişînin. Em deyndarê hêzên ku li wirin, ewan ji bo siberoja me tifaq û yekîtiya me karekî mezin bi ser xistin.” Geverî wiha domand “ Di serî de çavê gelê me yî Ezdî ronî be, ew taybetmendiya civakamenin, ew taybetmendiya çandamenin, divê em li wan xwedî derkevin û bi parêzin. Ez bi gûmanim ku Rêveberiya Herêma Kurdistan’ê Şengal’ê bi Herêma Kurdistan’ê ve girêdin û bikin parêzgerî wek pariyek Kurdistanê. Divê em vê serkeftinê ji bo siberojê pêşkêşî gelê Ezdî bikin.hêvîdarim ku çar aliyê Kurdistan’ê li gelê Ezdî xwedî derkevin. Dîsa jî şervanên ku li wir şer kiriye, Pêşmergee û gêrîllayê PKKê re spasiye xwe dişînin.”

Erol Dora (Parlementerê HDP’ê yê Wan’ê): DAIŞ’ê li wir trajedîyek hişt


Parlamenterê HDP’ê yê Mêrdînê Erol Dora jî nerînên xwe yî ji bo rizgarkirina Şengal’ê anî ziman Dora wiha aixivî: “ Ji bo rizgarkirina Şengal’ê ez gelekî bextewarim.DAIŞ, bi sedan jinên Ezdî li bazaran wek xenîmet hate firoştin. Bi hezaran mirov ji warê xwe koçkirin. Piştî êrîşên DAIŞ’ê me herêm û Laleşê ziyaret kir û me ew dram di cîh de dît. Bi taybetî DAIŞ, êrîşî neteweyên kêmnetewe yên wek sûryanî û Ezdî dike û yên ku herî di bin bandora êrîşa jî dimîne ewin. Em dixwazin ku gelê Ezdî vegerin welatê xwe û li hemberî êrîşên di siberojê de ji aliyê Yekîneyên Neteweyî bêne parastin.”

Ali Atalan (Parlementerê HDP’ê yê Mêrdîn’ê): Ji bo Kurdistan’ê rojek dîrokî bû
Parlamenterê Ezdî yê HDP’ê yê Mêrdîn’ê Ali Atalan ji bo rizgarkirina Şengal’ê wiha axivî “ Rizgarkirina Şengal’ê ji bo kurd û Kurdistan’ê rojek dîrokî bû û ji bo civaka Ezdî ya re jî wek mîlad bê hesibandin. Ev operasyon gelek dîrokî û stratejîke. Rexisina herîhov ya li rojhilata navîn DAIŞ, wek ku tê zanîn sala borî li ser gelê Ezdî êrîşên hovîtî pêk anîbû. Bi hezarên mirov kuştin û bi hezaran jî revandin. Jina û kîza bi awayekî hov û dijî mirovatiyê ew li bazaran firotin û qirkirin pêk anîn.”


Atalan wiha domand “ Hêzên neteweyî yê kurda bi yekîtiyê gavek dîrokî avet û xwedî eslê kokên kurda Ezdî yan ji wê rewşê xelaskirin. Yên ku ev operasyon pêk anî ez wan ji dil û can pîroz dikim. Bi gûmanim ji bo bi destxistina statû yekê wê gava pêşî be. Li ser vê ji bo avakirina pêşerojêk bi ewlehî, azad û birastî jî demokratîk û bi mizgînî wê pêk were. Hêvîdarim rizgarkirina Şengal’ê wê bibe sedema yekîtiya neteweyî ya kurda. Şengal digel veqetandin û cudabûna polîtîk ve jî bi yekîtî be. Parastina Ezdîyan û azadkirina wan ji bo yekgirtiyê xala herî bê pirsgirêke.”

Basnews
Top