• Thursday, 19 February 2026
logo

DAIŞê 700 xwekuj şandine Ewropa û Amerîka û …

Gulan Media November 16, 2015 Nûçe
DAIŞê 700 xwekuj şandine Ewropa û Amerîka û …
Di çarçoveya lêkolînên welatê Fransa bo dîtina kesên li pişt êrişên Parîsê de, eşkere bûye ku DAIŞ 700 xwekuj şandine Ewropa, Amerîka, Tirkiye, Kanada û Rûsya.

Çavkaniyên îstixbaratî yên Fransa di lêkolînên xwe de derbarê kesên li pişt êrişên Parîsê de, ku kê ew êriş pêk anîne û çawa êriş pilan kirine, zanyariyên xeternak ketine destê wan de.

Di wan lêkolînan de diyar bûye ku DAIŞê di nava karwanê koçberan de 700 xwekujên amade şandiye Ewropa, Amerîka, Tirkiye, Kanada û Rûsya.

Beriya niha, Çavkaniyên îstixbaratî yên Tirkiyê belavkiribûn ku, DAIŞ pilanekî xeternak datîne bo belavbûna tires di paytextên welatê Ewropa û cîhanê de, bi rêya şandina bi sedan xwekuj bo pêkanîna êrişê xwekujî.

Rêxistina DAIŞ di meha Gulanê de ev gef bi eşkere ragihand. Tirkiye 24ê Tîrmehê bi rêya medya eşkere kirk u 120 xwekuj wek şaneyên veşartî li nava Ewropa û çend welatên din ên cîhanê bi cih bûne. Lêkolîna dawî ya Fransa dibêje, xwekujê ku DAIŞê şandine, 700 in.

Rudaw
Top