• Thursday, 19 February 2026
logo

Daxuyaniyek ji Serokayetiya Herêma Kurdistanê

Gulan Media November 16, 2015 Nûçe
Daxuyaniyek ji Serokayetiya Herêma Kurdistanê
Ev çend rojeke li bajarê Duzxurmatû pişêwî û alozî dirust bûye û çendîn rûdanên nexwestî rûdane û çend hemwelatiyek ji pêkhatên cûda cûda hatine şehîd kirin û destdirêjî li ser mulk û malên hemwelatiyên pêkhatiye.

Ji bilî bi kûrî derbirîna nîgeraniya xwe ya li ser van rûdanan, pêwîste sazî û dezgehên fermî û îdarî û emniyên bajar û Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê rola xwe li kontrolkirina rewşê de bibînin û bi bê cûdahî ser û malê hemwelatiyan biparêzin û rêya destdirêjiyê bi tu aliyek nedin. Her wiha tekez li ser parastina yekrêzî û tebayî ya hemû pêkhatên bajar dikîn û pêwîste hemû kêşeyan bi rêya diyalog û hevdû têgihiştinê bêne çareser kirin û hemû aliyek kar ji bo parastina asayîşa bajar û berengarbûna rêxistina terorîstî ya Da'îş bikin ku dijminê hevbeşê hemû aliyeke.

Serokayetiya Herêma Kurdistanê
16/11/2015
Top