Navekî kurdî li cadeyeke Stenbolê kirin
Îro di merasimekê de ku ji aliyê Şaredariya Beşiktaş a Stenbolê ve hatibû rêxistin û hevserokên Şaredariya Colemêrgê têde amade bibûn, navê kurdî yê “Aşitî” li cadeyeke navçeyê hat kirin.
Li gor agahiyan, navê wê cadeyê berê bi zimanê tirkî “Bariş” bû ku bi heman wateya navê kurdî yê Aşitî tê û bi biryara şaredariya Beşiktaşê navê “Aşitî” jî li cadeyê hat zêdekirin û navê cadeyê bû Cadeya “Bari-Aşitî.”
Şaredariyên Beşiktaş û Colemêrg li gor protokolekê bajarên destexwîşkên hev in.
Sala borî di roja Cîhanî ya Aşitiyê de, li Colemêrgê jî navê “Bariş” li cadeyeke bajêr hatibû kirin.
Di merasima îro de şaredariyên her du bajaran û gellek kesên din beşdar bûn.
Serokê Şaredariya Beşiktaşê parêzer Murat Hazinedar di merasîmê de axavtinek kir û got: “Em li ser vê axê bi hev re têkoşîna hezkirina Tirkiyeyê dikin. Aştî tenê bi zimanekê naxwazin. Em aştiyê bi zimanê ku her kes jê fêm dike, dixwazin.”
Rudaw
