Ebadî: Divê ala Iraqê jî l Şingalê bilind bibe
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî got ku firokeyên şer ên Iraqê jî beşdarê operasyona Şingalê bûne û lewma jî divê ala Iraqê jî li Şingalê bilind bibe.
Serokwezîrê Iraqê radigehîne ku divê ala Iraqê jî li ser avahiyên hikûmî yên Şingalê bine bilindkirin. Ebadî diyar kir ku firokeyên şer ên Iraqê jî beşdarê operasyona Şingalê kirine.
Ebadî di civînekê de ligel çalakvanên parêzgeha Babîlê de diyar kir ku piştî operasyona Şingalê wî ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li ser rewşa Şingalê axivîne. Ebadî got ku rizgarkirina Şingalê rêya gehandina Mûsil û Reqayê dibre û jiber vê yekê jî giring e.
Serokwezîrê Iraqê got ku firokeyên şer ên Iraqê û herwiha tîmên pûçkirina mayînan ên artêşa Iraqê jî di operasyonê deamade bûne. Jiber vê yekê jî divê ala Iraqê jî li Şingalê bilind bibe.
Roja 13’ê Mijdarê piştî operasyona rizgarkirina Şingalê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Şingalê di civînek rojnamevanî de ragehand ku dê tenê ala Kurdistanê li Şingalê bê bilind kirin.
Basnews
