• Thursday, 19 February 2026
logo

"Malikî li dijî normalkirina rewşa Xurmatû û Kerkûkê ye"

Gulan Media November 15, 2015 Nûçe

Endamê Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNL) Xalid Şiwanî, ragehand ku tenê Malikî li dijî normalkirina rewşa Xurmatû û Kerkûkê kar dike.

Şiwanî ku di heman demê de şêwirmendê Serokkomarê Iraqê ye, di bernameyekî K24ê de ku li ser rewşa bajarokê Xurmatû bû, got: "Divê serkirdayetiya Kurd kar ji bo normalkirina rewşê bike, ji ber tenê Malikî dijayetiya normalkirina rewşa Xurmatû û Kerkûkê dike."

Şiwanî wiha axifî: "Malikî û çend kesên din ên nêzîkî wî, demek e kar jib o têkdana peywendiyên navbera Kurd û Şîeyan dikin. Herwiha kar li ser dosya Heşdî Şeebî û dosyayên din dikin."

Şer û pevçûnên navbera Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê û çekdarên Heşdî Şeebî de ku ji 12.11.2015an ve dest pê kiriye, bû sedema şehîdbûna nêzîka 20 welatiyan û zêdeyî 50 kes jî birîndar bûne.

K24
Top