• Thursday, 19 February 2026
logo

Serokê Encumena Êzîdiyên Şingalê: YBŞ girêdayî Heşda Şeibî ye!

Gulan Media November 15, 2015 Nûçe
Serokê Encumena Êzîdiyên Şingalê: YBŞ girêdayî Heşda Şeibî ye!
Serokê Encumena Êzîdiyên Şingalê, Xidir Salih ragihand, Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ), ku ji aliyê PKKê ve hatiye avakirin û ji şervanên êzîdî pêk hatiye, girêdayî hêza “Heşda Şeibî” ye û bi fermî ji aliyê Bexdayê ve hatiye naskirin.

Serokê Encumena Êzîdiyên Şingalê Xidir Salih, li nav bajarê Şingalê ji Rûdawê re axivî û got, hêza YBŞê bi fermî girêdayî milîsên şîe yên Iraqê ne ku wek Heşda Şeibî tên nasîn.

Xidir Salih her wiha got, hikûmeta Iraqê bi fermî YBŞ nas kiriye û mehê 875 hezar dînar mûçe dide şervanên wê.

Wî rayedarê êzîdî anî ziman ku nûnerê YBŞê çûye Bexdayê ji bo standina çek û alîkariyên leşkerî.

Tê zanîn ku Encumena Êzîdiyên Şingalê jî ji aliyê PKKê ve hatiye avakirin. PKKê jibilî YBŞê, hêza bi navê Yekîneyên Berxwedana Jinên Şingalê (YBJ) jî li ser çiyayê Şingalê daye avakirin ku ji jinên êzîdî pêk hatiye.

Rudaw
Top