• Thursday, 19 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî serdana konsulxaneya Fransayê kir

Gulan Media November 15, 2015 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî serdana konsulxaneya Fransayê kir

Ji bona nîşandana hevsoziyê digel Fransayê, roja şemiyê 14.11.2015ê li bajarê Hewlêlrê, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê serdana konsulxaneya giştiya Fransayê kir.

Serokwezîrê Kurdistanê di axaftina xwe de êrîşa terorîstiya şeva borî li Parîsê qewimî, bi dijwarî şermezar kir û bi navê xwe, hikûmet û xelkê Kurdistanê, dilgiranî, hevsozî û hevxemî digel xelk, hikûmet û serokatiya Fransayê parve kir û sersaxî li malbatên qurbaniyên wê kiryara terroristî kir û hêviya çakbûmê ji birîndaran re xwest.

Serokwezîr, herwesa, hevsozî, hevxemî û sersaxiyên taybetiyên serokê herêma Kurdistanê bi serok, gel û hikûmeta Fransayê gihandin û tekîd kir ka çawa di rojên serdemên dijwar de hertim Fransa piştevan û hevsozî digel gelê Kurdistanê hebûye û berdewam hevkarî û alîkarî pêşkeş kirine, bi hemna awayî gelê Kurdistanê hevsozî û hevxemî gelê Fransayê ye û di xem û kovanên wê de beşdar e.

Alana Gêbgat konsulê giştiyê Fransayê li herêma Kurdistanê sipasiya serdana Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê û şandeya pê re kir û got ku ev serdan nîşana têkeliyên saxlem û dostaneyên her du gel û hikûmeta Fransayê û gel û hikûmeta herêma Kurdistanê ye û ev serdan û hevxemî û hesozî bilind nirxand. Tekîd li ser wê yekê kir ku Fransa û herêma Kurdistanê dê hertim wek dost û piştevanên hev du bimînin.


Top