Li Qamişlo li dijî PYD’ê xwepêşandanek hate kirin
Xwepêşanderên li Qamişlo gotin ew qebûl nakin ku xwendina bi zimanê kurdî ji bo berjewendiya hizbî bê bikar anîn.
Encûmena Niştîmaniya Kurdî li Sûriyê (ENKS)doh li dijî sîstema xwendinê ya Rojavayê Kurdistanê, li bajarê Qamişlo xwepêşandanek lidarxist. Xwepêşanderan xwest ku PYD bernameya xwendinê li gor berjewendî û hişmendiya hizbî sererast neke.
Di xwepêşandanê de herwiha li dijî leşkeriya naçar jî ne razzîbûn hate nîşandan.
Endamê ENKS’ê Hesen Salih ragehand ku ew jî xwendina bi zimanê kurdî dixwazin û got: ‘’Me jî ji bo zimanê xwe têkoşîn kiriye, ketine zindanan û heta dawiya jiyana xwe jî parastina zimanê xwe dikin. Lê em qebûl nakin ku perwerdeya zimanê kurdî bikeve bin xizmeta hizbî yan jî îdeolojiyên hindek aliyan.’’
Cîgirê Serokê ENKS’ê Feysel Yusif jî behsa rola encûmenê kir û ragehand ku dema wê yekê hatiye ku li dijî biryarên ne rast ên PYD’ê bêjin ‘’Êdî bes e.’’
Di rojên borî de jî alîgirên ENKSê li Çilaxa li dijî leşkerîya bi zorê û bernameya xwendinê xwepêşandan pêkanîbûn.
Basnews
