• Thursday, 19 February 2026
logo

Kerkûk – Dîsa di navbera Pêşmerge û milîsên şîde de şer derket!

Gulan Media November 14, 2015 Nûçe
Kerkûk – Dîsa di navbera Pêşmerge û milîsên şîde de şer derket!
Li bajarokê Xurmatû yê Kerkûkê, di navbera hêzên Pêşmerge û milîsên şîe de dîsa şer derket.

Ev çend roj in li bajarokê Xurmatû yê Kerkûkê, alozî derketiye û milîsên şîe êrişî hêzên Pêşmerge, asayiş û welatiyên kurd dikin, rewş duh hinekî aram bibû lê dîsa alozî derketiye.

Peyamnêrê Rûdawê li Xurmatû, Hîwa Husamedîn ragihand, îro danê nîvro dîsa di navbera milîsên şîe û hêzên Pêşmerge de şer derket.

Hîwa Husamedîn her wiha got, hêzeke taybet a artêşa Iraqê bi fermandehiya Ebdulemîr Zêydî xwestin derbasî nav Xurmatû bibin lê hêzên Pêşmerge rê nedan wan.

Li gorî agahiyên Rûdawê, ew hêza iraqî li gundê Silêman Beg li nêzîkî Xurmatû bicîh bûne.

Peyamnêrê Rûdawê her wiha ragihand, îro şandeke hikûmeta Iraqê dê ji bo şopandina rewşa Xurmatû, serdana bajêr bike.

Roja 12ê vê mehê, li bajarokê Xurmatû, ji ber ku otomobîleke milîsên şîe li xala pişkinînê ya hêzên Asayişa bajêr nesekinîbû, di navbera hêzên kurd û milîsên şîe de alozî derketibû, alozî vegeriyabû şer. Di wî şerî de 3 milîsên şîe hatibûn kuştin û 2 pêşmerge jî şehîd bibûn.

Rudaw
Top