Serok Barzanî hevxemiya xwe û gelê Kurdistanê bi Serokê Fransa radigihîne
Teror dijminê hevbeşê me hemûyane û terorîst dijî hemû bihayekî mirovayetiyêne û li her cîheke jiyan û pêşketin û aramî hebê terorîstên dilreş êrîş dikin.
Gelê Kurdistanê ku niha li şerekî dijwar ya dijî terorê daye û qurbanê destê terore, li vê roja nexweş da, li gel we hevsoze û beşdarê xema we dike û palpiştê gel û Hikumeta Fransaye.
Serxweşiyê li we yên birêz û kesukarên qurbaniyan dikin û hêviya başbûneke bi lez ji bo birîndaran dixwazîn.
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
14.11.2015
