• Thursday, 19 February 2026
logo

BEXDA- Milîsên şîe kurdan digirin

Gulan Media November 14, 2015 Nûçe
BEXDA- Milîsên şîe kurdan digirin
Piştî ku di 2 rojên borî de alozî di navbera Hêzên Pêşmerge û Hêza Heşdul Şeibî ya şîeyan de derket, wan milîsan li ser rêya bajarokê Xûrmatu yê parêzgeha Kerkûkê û Bexdayê de, 2 ajovanê kurd girtin.

Yek ji ajovanên wê riyê ku xelkê bajarê Hewlêrê ye ji Rûdawê re ragihand: “Bi dehan ajovanên kurd li Bexdayê asê mane û nikarin vegerin Kurdistanê. Eger ne bi rêya dostên xwe be, nikarin derkevin derve û nan bixwin.”

Wî ajovanê kurd ku ji tirsan navê xwe eşkere nekir, wiha got: “Ji duhî ve, jibilî lêdan û sivkatî bi ajovanên kurdan ji aliyên çekdarên Heşdul Şeibî ve, wan çekdaran 2 ajovan ku xelkê Hewlêrê ne û bazirganiya fêkî û keskatiyê dikin, revandine.”

Heman ajovanî derbarê wê mijarê de wiha domand: “Ji ber ku ew çekdarên li ser rê ji me re dibêjin, hûn hemû Pêşmerge ne û ti cudahiya we tune ye. Lewma em dibêjin ew çekdarên Heşdul Şeibî ne, ku dixwazin toleya xwe ji kurdan û Pêşmerge bistînin.”

Parlamanterê Iraqê Adil Nûrî ji Rûdawê re ragihand: “Grûpa Esayib Ehluheq a şîeyan dest bi girtina kurdên li Bexdayê kiriye.”

Adil Nûrî daxwaz ji welatiyan dike ku bo çi karekî serdana Bexdayê nekin û ew kurdên ku li Bexdayê ne bi ti awayekê ji mal dernekevin. Heta rewş normal bibe.

Pêr di navbera Hêzên Pêşmerge û milîsên Heşdul Şeibî de li navçeya Xûrmatu alozî derketib û di encam de 3 çekdarên Heşda Şeibî hatibûn kuştin û 2 Pêşmerge jî şehîd bibûn.

Li gor agahiyan alozî piştî wê yekê derketibû holê, ku otomobîleke milîsên Heşdul Şeibî di nav bajarê Xurmatu de li xala kontrolê ya Hêzên Pêşmerge nesekinîbûn û gun nedabûn hişyariyên pêşmergeyan û ji ber wê jî di navbera herdu aliyan de şer derketibû.

Rudaw
Top