Mezintirîn ala Kurdistanê li Şengalê hat hildan
Piştî operasiyona mezin ya azad kirina Şengalê yaku bi Fermandariya raste rast ya Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî dohê destpê kiribû û îro di seat 11 û 20 deqîqeyan de gehêşte encam û Şengal hate azadkirin, biryar hate dayîn daku mezintirîn ala Kurdistanê li ser salyloya Şengalê were hildan.
Ev alaya han 100 metre dirêje û 60 metreyan jî pehine û hevdem li gel bilind kirina alaya pîroz ya Kurdistanê vê balefirên hevpeymanan jî li ser asmana Şengalê tetbîqateke mezin ya asmanî encam bidin.
