• Thursday, 19 February 2026
logo

Serok Barzanî mizgîniya azadkirina Şingalê ragihand

Gulan Media November 13, 2015 Nûçe
Serok Barzanî mizgîniya azadkirina Şingalê ragihand
Roja în 13.11.2015 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li civîneke rojnamevanî da li bajarê Şingalê mizgîniya azadkirina bajarê Şingalê ragihand.

Serok Barzanî di destpêka civîna rojnamevaniyê da spasiya Pêşmergeyên qehremanê Kurdistanê kir û ragihand ku ez ji vir mizgîniya rizgarkirina Şingalê bi gelê Kurdistanê radigihînim. Serok Barzanî pîrozbahiyê vê serkeftinê li gelê Kurdistanê û malbatên serbilindên şehîdan û bi taybetî xuşk û birayên Êzdî kir.

Her li vê civîna rojnamevaniyê da Serok Barzanî ragihand: Me soz da û soza xwe bi cîh anî. Îro em li Şingalê ne, bi taybetî ji bo xuşk û birayên Êzdî hate diyarkirin ku hemû gelê Kurdistanê piştevanê wanin, ew ne bi tenê ne û eve jî hate selmandin ku Êzdî beşekî resenê gelê Kurdistanê ne.

Serok Barzanî ragihand: Îro bila her take keseke Êzdî serbilind û bê minnet bê. Bila bawerî bi xwe hebê. Her keçekî Êzdî bila bi dengekî bilind hawar bike û bibêje ez keça Kurdanim, sembol û remza şeref û berxwedanê me. Bi vê serkeftinê me tola wan kir, tola Pêşmerge merdayetiye, gelek bi merdane tola hemû xuşk û birayên Êzdî hate kirin.

Serok Barzanî spasî Amerîka û hêzên hevpeymanan ya ji bo piştevaniya wan kir û ji bo wê rola ku dîtine spasiya medyaya navxweyî û biyanî jî kir. Her wiha spasî Pêşmerge û fermandeyên qehreman kir.

Top