Alaya Kurdistanê li nav Şingalê hat bilindkirin
Piştî ku Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê qezaya Şingalê bi tevahî kontrol kirin, Alaya Kurdistanê li nav Şingalê hat bilindkirin.
Peyamnêrê Kurdistan24ê ragehand ku Hêzên Pêşmerge karîne ji sedî sed tevahiya qezaya Şingalê kontrol bikin û Pêşmerge çûne ser avahiyên Şingalê û Alaya Kurdistanê bilind kirine.
Şingal, qezayeke ser bi parêzgeha Nînowa (Mûsil) ye û dikeve rojavayê Başûrê Kurdistanê. Piraniya daniştvanên wê Kurdên Êzdî ne. Di 3ê Tebaxa 2014an de çekdarên DAIŞê êrîşî qezayê kirin û ji wê demê ve dest danîbûn ser. Ji wê rojê ve nêzîka 5 hezar welatiyên sivîl ku piraniya wan jin û zarok bûn ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatin revandin û heta niha jî çarenivîsa wan nediyar e.
Doh operasyona azadkirina Şingalê bi beşdariya 7 hezar û 500 Pêşmerge û alîkariya firokeyên şer ên Hevpeymaniya Navdewletî dest pê kir, bi awayekî 150 kîlometre kare bi yekcarî ji çekdarên DAIŞê hat paqijkirin û zêdeyî 100 çekdar jî hatin kuştin.
K24
