Şingal bi tevahî hat kontrolkirin
Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê ji çar aliyan ve çûn nav Şingalê û karîn bi tevahî qezayê kontrol bikin.
Peyamnêrê Kurdistan24ê ragehand ku piştî Hêzên Pêşmerge ji çar aliyan ve êrîş birin ser Şingalê, karîn tevahiya qezayê kontrol bikin û çekdarên DAIŞê jî ber bi Sûriyê reviyane.
Şingal, qezayeke ser bi parêzgeha Nînowa (Mûsil) ye û dikeve rojavayê Başûrê Kurdistanê. Piraniya daniştvanên wê Kurdên Êzdî ne. Di 3ê Tebaxa 2014an de çekdarên DAIŞê êrîşî qezayê kirin û ji wê demê ve dest danîbûn ser. Ji wê rojê ve nêzîka 5 hezar welatiyên sivîl ku piraniya wan jin û zarok bûn ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatin revandin û heta niha jî çarenivîsa wan nediyar e.
Doh operasyona azadkirina Şingalê bi beşdariya 7 hezar û 500 Pêşmerge û alîkariya firokeyên şer ên Hevpeymaniya Navdewletî dest pê kir, bi awayekî 150 kîlometre kare bi yekcarî ji çekdarên DAIŞê hat paqijkirin û zêdeyî 100 çekdar jî hatin kuştin.
K24
