• Thursday, 19 February 2026
logo

Li Şingalê Hêzên Amerîka û Brîtanya topbaran kirina ser DAIŞê birêve dibin

Gulan Media November 12, 2015 Nûçe
Li Şingalê Hêzên Amerîka û Brîtanya topbaran kirina ser DAIŞê birêve dibin
Hêzên Brîtanya û Amerîka karûbarên tobaran û lêdana baregeh û navendên çekdarên DAIŞê li Şingalê bireve bibe.

Çavkaniyekê taybet ji Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ji BasNew re ragehand: Niha bi dehan tirêkis û hefare bi rê dene bo bên nav bajarê Şingalê ku di bernameyê Pêşmerge de ku piştî azad kirina Şingalê û paqij kirina wê ji çekdarên DAIŞê, xendek dinavbera sînor Pêşmerge û DAIŞê de bêne kolandin, bi şêweyekî ku DAIŞ yek car nikaribe carek din derbasî Şingalê bibe.

Herwiha ew jî eşkere kir ku, tobaran kirina baregeh û navendên DAIŞê ji aliyê hêzên Brîtanya û Amerîka birêve diçe, hemû top û hawinên ku Pêşmerge davêjin encamên xwe pêkanîne û ziyan gihandine DAIŞê û bi sedan çekdarên DAIŞê hatine kuştin.”

Basnews
Top