• Thursday, 19 February 2026
logo

Serok Barzanî û Serok Wezîrê Iraqê rewşa bereyên şer nirxandin

Gulan Media November 12, 2015 Nûçe
Serok Barzanî û Serok Wezîrê Iraqê rewşa bereyên şer nirxandin
oja pênçşem 12.11.2015 li peywendiyekî telefonî ya di navbera birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û birêz Heyder Ebadî Serok Wezîrê Iraqa Federal rewşa meydanî ya bereyên rûbirûbûna terorîstan nirxandin.

Li vê peywendiya telefoniyê de Serok Barzanî serkeftin û pêşrewiyên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ya li devera Şingalê û rewşa van serkeftinan û bandora wê ya li ser şikest û ji navbirina Da'îş ji bo Serok Wezîrê Iraqê şîrove kir.

Li beranber da Serok Wezîrê Iraqê pîrozbahiyê li Serok Barzanî kir û destxweşiyê jî li serkeftinên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ya li operasyona azadkirina Şingalê de kir.

Top