• Thursday, 19 February 2026
logo

Fermandeyê Pêşmerge: Çekdarên DAIŞê direvin!

Gulan Media November 12, 2015 Nûçe
Fermandeyê Pêşmerge: Çekdarên DAIŞê direvin!
Fermandeyê Pêşmerge Şêx Elo ragihand, çekdarên DAIŞê ji Şingalê direvin û got, ev cara yekemîn e Amerîka û hêzên hevpeyman bi vî rengî alîkariya Pêşmerge dikin.

Operasyona rizgarkirina Şingalê îro danê sibê dest pê kir. Di operasyonê de bi hezaran Pêşmerge beşdar bûne û hêzên hevpeyman jî alîkariya wan dikin.

Fermandeyê Pêşmergeyên Dihokê, Şêx Elo ku niha li Şingalê ye, ji Rûdawê re got, çekdarên DAIŞê ji Şingalê direvin û çend otomobîlan wan ji aliyê balafiran ve hatin teqandin.

Şêx Elo pesnê hêzên hevpeyman da û got, ev cara yekemîn e Amerîka û hêzên hevpeyman bi vî rengî alîkariya Pêşmerge dikin.

Wî fermandeyê Pêşmerge li ser şerê DAIŞê jî got, çekdarên DAIŞê di şerê de herî zêde nîşangir û otomobîlên bombekirî bikar tînin.

Rudaw
Top