Li Şingalê tenê Alaya Kurdistanê ber ba dibe
Di proseya kontrolkirina qezaya Şingalê de, ti alayeke din nayê dîtin û tenê Alaya Kurdistanê ber ba dibe. Peyamnêrê K24ê ragehand ku ji xeynî Alaya Kurdistanê ku bi otomobîl û cil û bergên Pêşmergeyan ve ye, ti alayeke partiyan nayê dîtin.
Gelek caran di operasyon û êrîşên Pêşmergeyan de, welatiyan gazin dikirin ka çima alayên partiyan tên bilind kirin, lê vê care heta niha di proseya azadkirina Şingalê de tenê Alaya Kurdistanê tê dîtin.
Ji aliyekî din ve peyamnêrê k24ê eşkere kir ku niha otomobîlên DAIŞê ber bi Sûriyê ve direvin, hemû rê jî hatine kontrolkirin û rêya çûn û hatinê li çekdarên DAIŞê hatiye girtin. Herwiha diyar kirk u hejmarek gund hatine kontrolkirin û li sê eniyan Pêşmerge pêş ve diçin.
Wek tê zanîn Hêza Dijî Terorê ya ser bi Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê, Pêşmergeyên Kurdistanê beşdarî proseya azadkirina Şingalê bûne û hat ragehandin ku hevahengiyeke baş di navbera Pêşmerge û Hêzên Hevpeyman de heye.
Li gor agahiyên K24ê, zêdeyî 7 hezar Pêşmerge tevî operasyona kontrolkirina Şingalê bûne ligel hêzên 70 û 80 û çendîn hêzên din ên Pêşmergeyên Kurdistanê.
Piştî ku ketin nav bajarê Mûsilê û kontrol kirin, çekdarên DAIŞê roja 03.08.2014ê êrîşî qezaya Şingalê kirin û dest danîn ser, di encam de jî bi hezaran Kurdên Êzdî ji cihê xwe koçber bûn.
K24
