• Thursday, 19 February 2026
logo

Peyama Demîrtaş li ser operasyona Şingalê

Gulan Media November 12, 2015 Nûçe
Peyama Demîrtaş li ser operasyona Şingalê
Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş li ser destpêkirina operasyona Şingalê ji aliyê Pêşmerge ve peyamek belav kir û got: “Xwedê piştevanê wan be!”

Operasyona rizgarkirina Şingalê îro danê sibê ji aliyê hêzên Pêşmerge ve û bi alîkariya hêzên hevpeyman dest pê kir. Operasyona Şingalê di demek kurt de bû rojeva kurdan û cîhan û medyaya cîhanê.

Hevseorkê HDPê Selahedîn Demîrtaş jî li ser operasyona Şingalê peyamek belav kir û piştgiriya xwe ji bo wê operasyonê anî ziman.

Demîrtaş di rûpela xwe twîtterê de wiha gotiye: “Pêşmerge û Gerîlla ji bo standina Şingalê ji DAIŞê, dest bi operasyoneke hevbeş kirine. Xwedê piştevanî wan be û tifaqa wan dayîm be!”

Rudaw
Top