Şerê mal bi mal nava Şengalê de destpê kir
Hêzên pêşmerge ketina nava Şengalê.
Di çarçoveya operasiyona azad kirina Şengalê de yaku raste rast bi Serokatî û Fermandariya Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî destpê kiriye, beriya çend deqîqeyan hêzên pêşmerge ji hêla Bakûr û Rojhilatê ve ketin nava bajarê Şengalê.
Di vê derbarê de Peyamnêrê me yê li Şengalê diyar kir ku beriya çend deqîqeyan hêzên pêşmerge gehêştine nava Şengalê û şerê mal bimal û kolan bikolan destpê kir.
Peymanêrê me diyar kir ku terorîstên DIŞIê hêz nemaye û nikarin xwe li hember êrîşên hêzên pêşmerge bigirin.
