Operasiyona mezin a bo azad kirina Şengalê destpê kir
Îro danê sibê operasiyona mezin a bo azad kirina Şengalê destpê kir.
Îro danê sibê hêzên pêşmerge bi top û havenan dest bi topbaran kirina terorîstên DIŞIê di nava bajarê Şengalê û derdorê de kirin.
Her îro danê sibê bi Fermandariya Serokê Kurdistanê û Fermandarê giştî yê hêzên leşkerî ên Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî operasiyona mezin ya bo azad kirina Şengalê destpê kir û heta niha li derdorê Hendanê hêzên pêşmerge pêşrewiyeke gelek mezin kirine.
